Xebatkara nexweşxaneyê Cîhan Ebdo: Yên ku tên qetilkirin sîvîl in 2018-01-22 11:33:01   EFRÎN - Dewleta tirk bi balafirên şer Efrînê bombebaran dike. Xebatkara nexweşxaneya Efrînê Cîhan Ebdo diyar kir ku yên tên qetilkirin sîvîl in û wiha got:"Yên ku li nexweşxaneyê tên tedawîkirin û jiyana xwe ji dest didin sîvîl in û bi taybet jî zarok, jin û yên temenbilind in. Zarokên ku di encama topebarana balafirên dewleta tirk de tînin nexweşxaneyê hinek jê bedena wan parçe parçe bûye."   Dewleta tirk êrîşên xwe yên li dijî Efrînê dewam dike. Bi balafirên şer êrîşî Efrînê dikin. Xebatkara Nexweşxaneya Efrînê Cîhan Ebdo anî ziman ku yên tên qetilkirin sîvîl in.  Zarok, jin û yên temebilind tên qetilkirin.    Cîhanê diyar kir ku yên ew li nexweşxaneyê tedawî dikin û yên jiyana xwe ji dest didin sîvil in û wiha got:"Dewleta tirk dibêje em 'teroristan' dikujin lê yên ku tên qetilkirin sîvîl in û bi taybetî jî zarok, jin û yên temenbilind in."   'Gelê Efrînê çi bi dewleta tirk kiriye?'   Her wiha Cîhanê wiha got: "Gelê Efrînê çi bi dewleta tirk kiriye ku bi awayekî hovane êrîş dike? Faşîzma Tirk çima ewqas bi awayekî hovane li ser gelê Efrînê tê? Ez bang dikim ku gelê kurd li dijî vê komkujiyê derkevin kolanan û xwedî li Efrînê derkeve."