‘Em desturê nadin zarokên me biêşînin’ 2018-01-08 09:37:53   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Hikûmeta AKP’ê pêkanîna ‘cilên yek reng’ xist jiyanê û bertekên li dijî vê didomin. Xizmên girtiyan gotin: “Bedel çi dibe bila bibe em ê desturê nedin zarokên me biêşînin.  Divê ev pêkanîn demildest şûnde bê kişandin.”   Hikûmeta AKP’ê bi KHK’a hejmar 696'an dixwaze pêkanîna ‘cilên yek reng’ li girtîgehan bike jiyanê û li dijî vê bertekek jî ji xizmên girtiyan yên Edenê hat.  Malbatan da zanîn ku wê li dijî ferzkirina ‘cilên yek reng’ bi zarokên xwe re têbikoşin û wiha gotin: “Bedel çi dibe bila bibe em ê desturê nedin zarokên me biêşînin.  Divê ev pêkanîn demildest şûnde bê kişandin.”   Ji bo xizmên girtiyan bang   Jina bi navê Saadest Eye ku xizma girtî ye destnîşan kir ku ew amade ne ku bi zarokên xwe re kefen li xwe bikin û got ferzkirina ‘cilê yek reng’ sûcê mirovahiyê ye û wiha pê de çû: “FETO hincet e. Armanca wan a esas ev e ku girtiyên siyasî dîl bigirin. Em xizmên girtiyan wê ti car pêkanîna ‘cilên yek reng’ qebûl nekin. Bedel çi dibe bila bibe emê bi zindanan re berxwe bidin. ji niha de desg ji zindanan tê. Ez bang li hemû malbatên bi rûmet dikim; em ji bo doz û rûmeta we ya mafdar bi zindanan re berxwe bidin.”   Dilopa dawî!   Esma Gunsel jî bi lêv kir ku ew ji bo jiyanek bi rûmet ji bo berxwedanê amade ne û got wê heta dilopa dawî ya xwîna xwe ligel girtiyan bin û berxwe bidin.