Dijî Tûndiyê û Binpêkiirina Mafên mirovan komxebat 2017-12-13 17:02:08   Civîn Husên   HESEKÊ - Komxebata li Kompa Holê ku ji aliyê Rêxitina Sara û Heva Sor a Kurd ve hatibû destpêkirin di roja 3'emîn de berdewam kir.   Rêxitina Sara û Heyva Sor a Kurd bi dirûşma "Li dijî Tundiyê û binpêkirina mafên mirovan" li Kampên Koçberan yên Herêma Cizîrê û Firatê li her kampekê 3 rojan ji bo têgihîştina ciwanên jin û mêr ên temenê wan di navbera 12 û 18 salî de  komxebat hatin organîzekirin. Di çarçoveya van xebtan de Komxebata li Kampa Holê ya girêdayî Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê bi tevlibûna 100 jin û ciwanan di roja 3'emîn de berdewam kir.   Di komxebata ku îro berdewam kir de piştgiriya psîkolojîk hat dayîn, li ser têgihîştinê jî sînevîzyon hat temaşkekirin û piştre sînevîzyon xal bi xal hat şîrovekirin. Herwiha jinên ku li komxebatê amade bûn êş û zextên ku heta roja îro li wan hatine kirin vegotin û hestên xwe parve kirin.  Ji bo ku ciean bên kêfxweşkirin şêranî jî hat belavkirin.   Di komxebatê de Berdevka Rêxitina Sara Nura Xelîl û Rêvebera  Beşa Psîkolojiyê ya Heyva Sor a Kurd Dilvîn Hesen derbarê hemleya ku dane destpêkirin de nirxandin kirin.    'Armanc parvekirina êşa koçberan e'    Nura anî ziman ku hemleya di 10'ê kanûnê de dane destpêkirin wê hata 31'ê kanûnê berdewam bike û wiha got: "Kampa yekemîn ya ku me hemle lê da destpêkirin Kampa Holê bû. Komxebata me ya li vê kampê îro di roja 3'emîn de bi dawî dibe. Komxebata me li ser têgihîştina jin û ciwanan bû. Armanca me ew bû ku em di warê psîkolojîk de piştgiriyê bidin wan û ew jî pirsgirêkên xwe vebêjin ku hinekê êşa wan sivik bibe bû."   'Wê komxebat berdewam bike'   Her wiha Rêvebara Beşa Piştgiriya Psîkolojîk ya Heyva Sor a Kurd dilvîn hesen jî derbarê mijarê de ev tişt got: "Me û û Rêxstina Sarayê bi hev re komxebata li Kampa Holê ku me dabû destpêkirin  îro bi serkeftî bi dawî kir û em gihan encame kê. Ev xebata me piştî ve wê li Kampa Roj, Newroz, Eyîn Îsa û li ya Erîşa wê berdewam bike."