Ji nêz ve li keda jinê nêrîn 2017-11-24 09:26:08   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Sultan Yoldaş ku bi îsotên organîk tirşiyê çêdike hem aboriya xwe pêk tîne  û hem jî amadekariya zivistanê dike. Sultanê diyar kir ku di jiyana jinê de tişta  herî girîng hêza hilberîner e û balkişand ser keda jinê ya nayê dîtin.   Jinên ji ber zextên dewletê neçar mane koçî bajarên Tirkiyeyê bikin, ji ber pirsgirêkên aborî, çavkaniyên debarê ji bo  xwe diafirînin. Sultan Yoldaş a 27 sal berê ji ber pirsgirêkên aborî bi malbata xwe re ji Mêrdînê koçî Seyhana Edeneyê kir, ji  îsotên organîk tirşiyê çêdike û debara xwe dike. Sultanê wiha got: “Derfetên min hebûna ez teqez ji Mêrdînê nedihatim vir.  Em hatin vir lê em ji kevneşopiyên xwe nebûn. Çawa me li Mêrdînê ji berhemên organîk hilberîn dikirin  em li vir jî heman tiştî dikin. Ez hem ji bo debara xwe û hem jî ji bo amadekariya zivistanê tirşiyê çêdikim. Ji bilî tirşiyê ez zeytûnan, ava firingiyan û pelên sarmeyan jî dadigrim.  Zivistanê gelek baş e.  Hem tehma wan xweşe û hem jî pratîk e.”   'Jin hêza herî sereke ya hilberîner e'   Sultanê daxuyakirin ku jin li her qada jiyanê hêza hilberîner a sereke ye û got: “Hewl tê dayîn ku keda jinê bê tinekirin.Jin her tim xebitîne, ked dane, têkoşîn dane.  Li her qada jiyanê zehmetî kişandine. Lê ne ked û ne jî nirxa jinê tê zanîn. Jin her tiştî heyî dike. Ez niha tenê vî karî dikim lê gelek kes wê bi hev re vê tirşiyê bixwe. Dema mirov ji vir de jî dinêrin karê ku jin dike tê dîtin.”