Li Kobanê mêr li dijî tundiyê meşiyan! 2017-11-22 16:53:51   KOBANÊ - Di çalakiya ku bi pêşengiya Kongra Starê hat kirin, tundiya li dijî jinê hat şermezarkirin.   Bi sedan kes li ber ‘Peykerê jinê yê azad’ kom bûn û di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de meşek li dar xistin. Mêr jî beşdarî vê meşê bûn. Di meşa ku ji aliyê Kongra Starê hat lidarxistin her tim dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Serok Apo” hat berzkirin. Gelek kes ji Sirin û Grê Spî jî beşdarî meşê bûn.   Meş li ber peykerê Mahsûn Korkmaz bi dawî bû. Li ber peykerê Mahsûn Korkmaz Wezîrê Ewlehiyê Îsmet Şexhesen axivî û bal kişand ser azadiya Kobanê ya bi saya jinê.   Piştî axaftinên bi zimanê Kurmancî û Erebî çalakî bi kişandina govendê bi dawî bû.