TJA li dijî tecrîd, şer û dijminên jinan li kolanan e 2017-11-22 09:18:52     Ceren Karlidag   AMED - Aktîvîsta TJA’yê Nîhayet Taşdemîr têgehên şer, tecrîd û şîdeta li dijî jinê nirxand û got ev girêdayî hev in û wiha berdewam kir: “Divê tevgerên din ên jinan û em vê têkoşînê bidomînin û her roj wek 25’ê Mijdarê xwe birêxistin bikin. Her dem di çalakiyê de bûyin xweparastina cewherî ye.”   Tevgera Jinên Azad (TJA) li Kurdistan û Tirkiyeyê bi du kampanyayên mezin xebatên 25’ê Mijdarê didomîne. Xebatên TJA’yê yên ji bo 25’ê Mijdarê bi mehan berê dest pê kiribû. Di çarçoveya kampanyayên ‘Em ê qirkirina jinê rawestînin û jiyanê azad bikin’ û ‘Wê tecrîd wenda bike azadiyê bi ser keve’ li bajar, gund û navçeyan xebat hatin meşandin. Kampanyayê TJA’yê wê heta 8’ê Adarê bi çalakî û bernameyên nû berdewam bikin. Aktîvîsta TJA’yê Nîhayet Taşdemîrê beriya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Şîdeta Li Ser Jinê Ya Navneteweyî axivî.   ‘Li dijî jinê şer hat destpêkirin’   Nîhayetê tabloya salekê ya polîtîqayên şîdeta li hemberî jinê nirxand û got wan kampanyaya ‘Em ê qirkirina jinê rawestînin jiyanê azad bikin’ rêxistin kirine û wiha pê de çû: “ Di pêvajoyên berê de jî ev polîtîqaya hebûn lê sala dawî xwesertir e. Di sala dawî de şîdeta li ser jinê zêde bûye û bi OHAL’ê re hewl dan ku rêxistinbûna jinê ji holê rabikin. Me di nokteya teşîrkirina polîtîkayên AKP’ê de zehmetî kişand. AKP li jinê teşeyê jiyanekê ferz dike. Bi qanûnên ku zewacên di temenê biçûk de erê dike, tê xwestin ji ser jinê avabûna civakê pêk bînin. Mudaxaleyek piralî heye. Li dijî jinê şerek hat destpêkirin. Bê guman berxwedana jinan li hemberî vê yekê berdewam kir.”   ‘Divê aliyê şîdetê bi şer re bê destgirtin’   Nîhayetê di berdewamiyê de bi lêv kir ku divê şîdeta li ser jinê di alî dîrokî de jî bê destgirtin û got serdestiya mêr di her demê de xwe ferz kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Nêzîkatiya jinan a di aliyê teşîrkirina polîtîkayên AKP’ê de rast e. Polîtîqayên heyî polîtîqayên dewletê ne. Hemû jin jî ji vê yekê bi bandor dibin. Ev xwe li ser rastiya şer didin jiyîn. Sedema herî girîng a zêdebûna şîdetê, rastiya şerê li Kurdistanê ye. Xala ku divê tevgerên jinan ên din bibînin ev e. Tevgerên jinan divê aliyê şîdeta li ser jinan bi şer re bigirin dest.”   Nîhayetê bal kişand ser têkoşîna hevpar a jinên Kurd û Tirkiyeyê û ev tişt anî ziman: “ Têkiliya navbera tevgerên jinên Tirkiyeyê û Kurdistanê ji OHAL’ê bi bandor bûn. Em nikarin bêjin berxwedana hevpar ji holê rabûye lê qels bûye. Di gelek platforman de em hewl didin têkoşînê bikin hevpar.”   ‘Em ê bernameya çalakiyan ava bikin’   Nîhayetê wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Kampanyayên me didomin. Van kampanyayan hêza meşandina têkoşînê da civak û jinan. Potansiyelek cidî ya jinan heye. Jinan bi van kampanyayan xeta berxwedanê ava kir. Pêvajoyek sê mehan derbas bû lê em ê ji bo dema nû planan bikin. Em dixwazin mîtînga fînala kampanyaya xwe li Wanê pêk bînin. Lê wê xebatên kampanyayê bidomin. Heta 8’ê Adarê wê bernameyên me bidomin.”   Nîhayetê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got dema kampanya meşandine jî her tim polîtîkayên tecrîd, şer û jinan bi hev re girtine dest û got tecrîd û şer hev û din xwedî dikin.   Nihayetê di dawiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “ Em ê di 25’ê Mijdarê de li Amed, Îzmîr, Êlih, Şirnex û Stenbolê bernameyên jinan ên girseyî pêk bînin û li Wanê jî em ê mîtîngek mezin çê bikin. Ez bang li hemû jinan dikim ku tevlî mîtîngê bibin.”