Şêniyên Şengalê ji bo azadiya Abdullah Ocalan kon vedan 2017-10-18 13:52:38 ŞENGAL - Ev demek dirêje ku tu agahî ji Rêberê PKK’ê  Abdulah Ocalan nayê giritin. Ji bo vê yekê gel li qadan di nav çalakiyan de ye. Şêniyên Şengalê jî ji bo tecrîd rabe kon vedane.   Ev demeke dirêje ku agahî ji Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û di vî warî de gumanên gel her ku diçe zêde dibin. Ji bo azadiya Abdullah Ocalan gel li qada çalakiyan pêk tînin. Şêniyên Şengalê jî li ser navê komîteya amadekariyê,  ji bo tecrîd rabe û Abdullah Ocalan azad bibe kon vedane.   Endama Hevseroka Desteya Rêveberî ya Şengalê Zehra Silêman derbarê tecrîda li ser Abdullah Ocalan wiha got:” Em wek civaka Êzidî van êrîşên li ser Serokatî şermezar dikin. Me ji bo azadiya rêbertî bi pêşengtiya TAJÊ, Ciwanên Şengalê li serdeştê û navenda Şengalê kon vedaye. Ev kon dê 5 rojan li erdê bimîne û hemû saziyên me dê serdane kon bikin. Mebesta danîna kon ji bo azadî û tecrîda li ser Abdullah Ocalan e. Em dixwazin hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê çêkirin.  Rêbertî bi salan ji bo aramiya gel hewl da. Lê nahêlin malbat û parezerên wî jî hevdîtinê bikin û raya giştî li dijî vê yekê bêdeng e. Erka civaka me ya êzidî ya sereke têkoşîna ji bo azadiya rêbertî ye. Ji bo azadiya Rêbertî hewceye ku em hewl bidin.”   Zehrayê herî dawî wiha got:”Ez bang li hemû gelên me yên Êzidî dikim ku ji bo azadiya Rêbertî rabe ser piyan. Azadiya Rêbertî azadiya me hemûya û pêşî li fermanê girtiye.”