NY: 21 welatan 9 hezar 788 bûyerên tundiya zayendî hatine eşkerekirin 2026-05-30 13:01:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Neteweyên Yekbûyî di 29’ê Gulanê de li ser tundiya zayendî raporek weşand. Di raporê de tê gotin ku bi şer re girêdayî tundiya zayendî ji sala 2025’an ve du qat zêde bûye.   Li seranserê cîhanê şer, pevçûn û aloziyên heyî jiyanê ber bi qirkirin û tunebûyînê ve dibe. Yên ku herê zêde ji tevahî aliyan ve tê qirkirin û her cûre binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin jî jin, zarok û civake. Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Pramila Patten, li ser tundiya zayendî ya di şer û pevçûnan de, raporek weşand. Di raporê de hişyariya wê yekê tê kirin ku ji sala 2025’an ve tundiya zayendî tu qat zêde bûye. Rapora salane de tê gotin ku ruxmê ku xwe gihandina hermên şer û kesên tundiyê re rû bi rû mane zehmet jî be lê 9 hezar 788 bûyerên piştrastkirî li 21 welatan destnîşan kiriye.   Her wiha di raporê de tê gotin ku nêzîkî 10 hezar doz li 21 welatan hatine belgekirin û du welatên nû li navnîşa binpêkeran hatine zêdekirin.   77 aliyên berpirsiyar   Raport her wiha 77 aliyên berpirsiyar ên binpêkirinan xistiye nava lîsteyê de û di nav wan de saziyên dewletê yên ji Îsraîl û Rûsyayê jî hene, ku îsal li wan hatine zêdekirin.   31 dozên tundiya zayendî li dijî Filistîniyan   Neteweyên Yekbûyî 31 dozên tundiya zayendî li dijî Filistîniyan belge kirin. Piraniya van bûyeran li navendên binçavkirinê qewimîn û jin, mêr û zarok tê de bûn. Binpêkirin tecawiz, tecawizkirina komî û lêgerînên bi zorê yên bêmaf di hawîrdorek bêcezatiyê de bûn.   310 dozên îşkenceyê li dijî girtiyên şer û girtiyên sivîl ên Ukrayneyê   310 dozên îşkenceyê li dijî girtiyên şer û girtiyên sivîl ên Ukraynî jî hatine piştrast kirin. Di nav van dozan de rêbazên îşkenceyê yên wekî tecawiz, şoka elektrîkê ya li ser organên zayendî û lêdanên giran hene. Hate destnîşankirin ku Rûsyayê ji sala 2022an vir ve bi ofîsa NY re têkilî nedaye.   Tundiya zayendî wekî taktîkek şer, tê bikar anîn   Raport her wiha destnîşan kir ku tundiya zayendî li Sûdan, Sûdana Başûr, Komara Demokratîk a Kongoyê, Haîtî, Myanmar û welatên din berbelav e; ku ew wekî taktîkek şer, amûrek îşkenceyê û rêbazek tepeserkirina siyasî tê bikar anîn. Li gelek welatan, mêr û zarok jî di navendên binçavkirinê de dibin hedef, di heman demê de jin û keçên penaber bi xetereyên zêdetir re rû bi rû ne.   Raport bi taybetî tekez dike ku divê kesên ku tundiyê re rû bi rû tên neyên jibîrkirin û diyar dike ku ev binpêkirin gerdûnî û wêranker in û destwerdanek ku li ser maf û rûmeta kesên ku ji dest dane hatine kuştin girîng e.