Li Îranê herî kêm 2 hezar kes hatin binçavkirin 2026-03-27 12:40:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, ragihand ku li Îranê herî kêm 2 hezar kes hatin binçavkirin.    Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ( (Iran Human Rights-IHR) ku navenda wê li Norweçê ye, ragihand ku ji roja êrişên Îsraîl-DYA’yê destpêkirin het niha li seranserî Îranê pêla binçavkirinê dest pê kiriye. Li gorî rêxistinê ku daneyên xwe dispêre agahiyên li ser medyaya dewletê hatine parvekirin, ji 25 rojên ewil ên pevçûnan de li herêmên cuda yên Îranê herî kêm 2 hezar kes hatine binçavkirin. Hat zanîn ku ne tenê welatiyên jirêzê lê aktivîstên sivîl û siyasî û malbatên daxwaza edaletê dikin jî para xwe ji vê pêlê girt.    Hat destnîşankirin ku nasnameya piraniya binçavkiriyan nehatiya aşkerakirin, gelek welatî di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, di hinek rewşan de tundî li welatiyan hatiye kirin û binçavkirî li cihên nediyar tên ragirtin.    Rêxistinê, diyar kir ku piraniya welatiyan bi îdiayên weke “Sîxûrtiya ji bo Îsraîl û DYA’yê”, Kişandina dîmenên cihên hesas”, “Pêwendiyên bi medyaya li derveyî welat bi Farisî weşanê dikin”, “ekîpmanên înternet fezayê” û “çalakiyên protestoyî yan jî hewldana êrişên çekdarî” hatine binçavkirin. Di heman demê de îdiayên weke “Xeletagahdarkirina raya giştî” û “xerakirina ewlehiya sîberê” jî ji van tawana ne.    Rêxistinê, da zanîn ku ji binçavkiriyan herî kêm 38 jê aktivîstên sivîl û siyasî, malbatên aktivîstan û kesên daxwaza edaletê dikin pêk tên. Her wiha got ku ji ber ku li Îranê înternet nîne, gelek bûyerên binçavkirinê pir dereng bi raya giştî re tên parvekirin.