Li Peyasê Panela 'Berxwedana ziman û rola jinan'

  • 15:43 20 Sibat 2026
  • Çand û Huner
AMED -  Li Peyasê bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî panelek hat lidarxistin û wiha hat gotin: "Têkoşîna ji bo zimanê kurdî, bi taybetî di qada jinan de, bi awayekî aktîf didome û divê ev hewldan bên firehkirin."
 
Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a ku di bin banê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê de xebatên xwe bi rê ve dibe, bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî panelek li dar xist. Ev panel di çarçoveya hewldanên parastin û geşkirina zimanê kurdî de gaveke girîng bû û bi beşdariya berfireh a jinên xebatkar, nivîskar, endamên meclîsê û hemwelatiyan hate lidarxistin.
 
Panel bi axaftina moderator Fatma Guler Budak dest pê kir. Moderatorê pêşî axêveran da nasandin, li ser biryara UNESCOyê ku 21ê Sibatê kir roja zimanê zikmakî ya cîhanî nêrînên wiha got:
 
“Tiştekî têr nake ku em tenê li malê bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Divê em her qadê-dibistan, kreş, sazî, dezgeh, cihên giştî, medyaya dîjîtal û civakî- veguherînin qadên perwerdehiya zimanê kurdî. Divê em zimanê xwe ji bin xetereya ku UNESCO ew di kategoriya xetereyê de tomar kiriye derxînin û bikin zimanekî jîndar û aktîf.”
 
Piştî axaftina moderator şûn de mafê axaftina destpêkê da nivîskar û aktivîsta ziman Dîlan Guvenç. Piştî wê jî nivîskar Esra Sadikoglu axivî.
 
Axaftvanan bal kişandin ser dîroka îlankirina 21’ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, nirx û girîngiya zimanê zikmakî û têkoşîna ji bo parastina zimanên di bin xetereyê de, bi taybetî zimanê kurdî yê ku di lîsteya UNESCO’yê de di kategoriya “xetereya windabûnê” de cih digire.
 
Aktivîsta ziman Dîlan Guvenç di axaftina xwe de bal kişand ser xetereyên nûjen ên li hember zimanên bindest. Got ku di serdema îro de, bi saya amûr û teknolojiyên nûjen (medya dîjîtal, înternet, platformên civakî yên bi piranî bi zimanê serdest), zimanên li ber windabûnê bi leztir diqelişin. Ev rewş bandoreke mezin li ser zimanê kurdî jî kiriye. Wê wiha got: "Wê bal kişand ku her çiqas têkoşîna azadiyê û têkoşîna ziman bi hev re bên girêdan jî, têkoşîna ziman bi tenê têrî rêvebirin û parastina ziman nake. Ji ber vê yekê pêwîstî bi xebatên bi bandor û sîstematîk heye. Mînak da ku zarokek 5 salî gava diçe kreşên pergalê, bi gelemperî dest bi axaftina tirkî dike û ev yek dikare bibe sedema windakirina zimanê dayikê di demek kurt de. Ji ber vê divê pergalên perwerdehiyê û saziyên civakî zimanê kurdî biparêzin û xurt bikin, ne ku bibin sedema asîmîlasyonê."
 
Nivîskar Esra Sadikoglu jî di axaftina xwe de bi taybetî li ser mijara “Di wêjeya kurdî de berxwedana jinan û pêşxistina ziman” rawestiya. Got ku barê herî giran ê parastin û geşkirina zimanê dayikê ketiye ser milên jinan: “Zimanê dayikê di zikê dayikê de dest pê dike û di mezinkirin, parastin û pêşvebirina wî de jî barê herî mezin dîsa li ser milên jinan e. Jinan ev bar hilgirtine û heta roja îro anîne. Di warê wêjeyî de jî divê em vî zimanê şêrîn geş bikin, biafirînin û belav bikin. Bar dikeve ser milê me hemûyan ku em zimanê xwe ji bin metirsiya windabûnê rizgar bikin û bikin zimanekî edebî, çandî û rojane yê jîndar.”
 
Di panelê de Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, alîkarên hevşaredaran, endam û rêveberên Meclîsa Jinan û Meclîsa Ziman, xebatkarên Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û gelek hemwelatî amade bûn. Ev beşdariya berfireh nîşan da ku mijara zimanê dayikê ne tenê mijareke çandî, lê mijareke siyasî, civakî û perwerdehiyê ya stratejîk e.
 
Panel bi bi pirs û bersivan dewam kir û bi dawî bû. Ev Panel nîşan da ku têkoşîna ji bo zimanê kurdî, bi taybetî di qada jinan de, bi awayekî aktîf didome û divê ev hewldan bên firehkirin.