Rojên Ma Musicê bi dawî bû 2026-07-05 23:02:36     AMED -8'emîn Rojên Ma Musicê ku ji aliyê Navenda Ma Musicê ve li Amedê tê organîzekirin, bi bernameyeke hunerî ya tije û bi tevlîbûna girseyî bi bi dawî bû. Şêrko Kanîwar di bernameyê de axivî û got: “Hebûna Mayê, hebûna we, piştgîriya we ye û di heman demê de, têkoşîn û berxwedana li hemberî asîmîlasyonê ye.”   8'emîn Rojên Ma Musicê ku ji aliye Navenda Ma Musicê ve tê li darxistin di roja 3'yemîn de li baxçê avahiya Ma Musicê hate lidarxistin. Konser li sê roja hate lidarxistin bi tevli bûn Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr a ku qeyim şandine şûna wê, endamên Ma Musicê û gelek kes tevli bernameyê bûn. Ji mamosteyên Ma Mûzîkê Şerko Kanîwar û Hevşaredar Devrîm Demîr axaftin kirin. ‘Armanc ew e ku zarok bi zimanê xwe mezin bibin’   Şêrko Kanîwar diyar kir ku ew zarokên ku ev du roj in derkevin li ser dikê hin ji wançend meh berê û hin jî 5 sal berê destpê kirine û got: “Lê li vir bi profesyonelî û bi zimanê Kurdî, muzîka Kurdî pêşkêşî malbatên xwe, pêşkêşî gelê me dikin. Wekî berê jî me gotibû; ‘Zarokên xwe bînin cem me; bila zarokên we bi stranên Kurdî û bi zimanê Kurdî û bi çanda xwe mezin bibin.’ Ma Mûzîk û zarokên me, navê li hemberî asîmîlasyonê, navê têkoşîna li hemberî asîmîlasyonê ye. Em tenê li vir lê naxin û nastrên; em hewldidin li hemberî asîmîlasyonê têbikoşin. Hebûna Mayê, hebûna we, piştgîriya we ye û di heman demê de, têkoşîn û berxwedana li hemberî asîmîlasyonê ye.”   ‘Tova ku me çandibû, va ye îro şîn bûye’   Devrîm Demîr jî  ev tiş anî ziman: “Bi rastî, gava ez têm vir, ez hinekî kelecanî dibim. Rêwîtiyeke xweş bû. Dibe ku ji ber hinek sedeman ez hinekî ji vê refê ya wextî mabûm, lê dilê min, hestên min, giyanê min her tim di vê rêwîtîyê de bi hevalên min re berdewam dikir. Ez her gava ku navê Ma Mûzîk û zarokên me dibînim, kêfxweş û şanaz dibim. Îro ez dibînim ku şagirtên me yên ku di dema ez li vir bûm biçûk bûn, niha mezin bûne û êdî hatine asta ku bi profesyonelî muzîkê çêbikin. Ew kêfxweşiyeke pir mezin e û kelecaniya min zêde dike. Ji ber ku em dibînin ku ew tova ku me çandibû, va ye îro şîn bûye û îro gelek tovên din jî ji bo xwe diçîne. Di serî de ji bo her hevalê ku li vir, yek notayekê fêrî van zarokan dike, yek stranekê, yek gotinekê, straneke Kurdî fêrî van zarokan û ciwanên Kurd dike, ez spasiya wan dikim. Di rêwîtiya Ma Mûzîkê de jî serkeftinên bêdawî dixwazim.”   Konser bi coş û kelecaniya zarokan û bi stranên Kurdî bi dawî bû.