Wê atolyeya hunerê ya ku jinan tîne gel hev vebike 2026-06-22 09:03:49   Gulîstan Gulmuş    SEMSÛR - Wênesaz Berfîn Fîdan Korkmaz a bi hunera xwe jin, civak û xweza Semsûrê vedibêje, projeyên xwe parve kir û wiha got: “Bûyerên der barê tiryakê de zêde dibin. Rewşên ku nirxên exlaqî yên civakê xera dikin zêde dibin. Ji ber vê jî ez difikirim ku atolyeyek hunerê vebikim.”   Yek ji bajarê ku seranserê dîrokê ji bûyerên cuda re şahidî kiriye Semsûr e. Bi pirbawerî entîkî bajarekî ku xweserbûna xwe diparêze ye. Piştî erdheja dawî li ser gel birînên mezin ava bûn. Di du salên dawî de bi bandora erdhejê re bajar hewl dide bê ser hemdê xwe û ji ber vê ji aliyê gelek hunermendan ve balê dikşîne. Yek ji van hunermendan Wênesaz Berfîn Fîdan Korkmaz e û her aliyê bajar bi hunera xwe re tîne gel hev. Wênesaz Berfîn Fîdan Korkmaz ji ajansa me re der barê xebatên xwe de axivî.   Jin, erdnîgarî û civakê di hunera xwe de digire dest   Berfîn Fîdan Korkmaz da zanîn ku di dibistana navîn de mamoste wê kifş dikin û piştre Lîseya Hunerên Xweşik a Semsûrê qezenc dike û got: “Wêne ji bo min ne hobî ne bername ye. Ev qadeke ku ez dikarin xwe lê îfade bikim e. Wêne qadeke ku ez xwe û civakê lê rehet îfade dike me. Di hunera min de mijar zêdetir ti terza tiştên tên dîtinê ve pêş dikeve. Ez esasên xwezayî bikar tînim, ligel vê fîgurên mirovan bikar tînim. Ez zêdetir fîgurên daran bikar tînim. Mijarên behs dikim, jin, erdnîgarî û civak e. Hest, stîl, îdelojîk, aliyên pê li ser piyan dimînin jî digirim dest. Ez girîngiyê didim fîgurên daran. Dar ji bo min teşeyê jiyanê ye, wek mirov dibînim. Xebatên min li daran pêş dikeve.”   ‘Ez ê li ser jinan bidomînim’   Berfîn Fîdan Korkmaz destnîşan kir ku li Semsûrê ji ber zîhniyeta serdest ya mêr bi sedan jinên ku nikarin xwe îfade bikin hene û ev tişt anî ziman: “Ez hewl didim vê rewşê bi hunera xwe vebêjim. Em jin aliyê nayê dîtin yên pişt çiya ne. Ez ê xebatên xwe li ser jinan bidomînim ji ber me jinan tu carê xwe baş îfade nekir. Em her tim li pişt hestên veşartî bûn.”   Li dijî tiryakê bi hunerê têkoşîn   Berfîn Fîdan Korkmaz anî ziman ku ew dixwaze hunera xwe bi jinên Semsûrê re bîne gel hev û projeyên xwe wiha vegot: “Jiyana jinan li malê derbas dibe ji ber vê dixwazim ji jinan re qadekê vebikim. Ez dixwazim atolyeyek ku jin xwe azad hîs dikin vebikim. Bûyerên tiryakê zêde dibin. Tiştên ku nirxên exlaqî xera dikin zêde bûne. Ji ber vê difikirim ku atolyeyekê vebikim. Wê ji bo wan jî bibe terapî. Ez dixwazim pêşangehek ku nirxên me nîşan dide vebikim. Ez dixwazim kesên ji welatên din me ji nêz ve nas bikin. Ez li dijî destdirêjiya li hember jin û zarokan têkoşîna hiqûq û maf didim. Ez dixwazim bi hunera xwe li dijî tiryakê têbikoşim.”