Romana Li Parîsê Stêrk Xûricîn 'Evîna Dilan' derket 2025-12-25 10:07:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Romana nû ya nivîskar Gulîstan Kanîreş bi navê Li Parîsê Stêrk Xûricîn, “Evîna Dilan” derket û gihîşte ber destê xwendevanan.    Romana nû ya nivîskar Gulîstan Kanîreş bi navê Li Parîsê Stêrk Xûricîn, “Evîna Dilan” ji aliyê Weşanên J&J'yê ve hate weşandin û gihîşte ber destê xwendevanan. Ev roman li ser jiyan û têkoşîna Evîn Goyî (Emine Kara), yek ji kesayetiyên girîng ên tevgera azadiya jinên kurd, hatiye avakirin. Evîn Goyî ku di 23'yê Kanûna 2022'yan de di êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê hate qetilkirin, di tevgera jinên kurd de roleke pêşeng lîstibû. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê, beriya pêkanîna aştiyê di navbera kurdan de, ew hatibû Ewropayê. Romana Li Parîsê Stêrk Xûricîn “Evîna Dîlan” serpêhatiyên wan rojan bi awayekî berfireh vedibêje û bîranînên Evîn Goyî wekî çîrokekê bi xwendevanan re parve dike.   Nivîskar Gulîstan Kanîreş ku bi xwe ji jiyana Evîn Goyî gelek bandor bûye, di danasîna pirtûkê de wiha gotiye:   “Li Parîsê Stêrk Xûricîn di çavên te de,   Bêdengiya çiyayan di xewna te de reqsa azadiyê,   Bêhna te bi bayê xwezayê re dîlan girtiye.   Bangî çiyayan dike, dibêje: 'Ey Evîna Dîlan!'”   Gulîstan Kanîreş di peyama xwe ya dawîn de bal kişand ser salvegera şehadeta Evîn Goyî û got: “Romana Evîna Dîlan di salvegera şehadeta Evîn Goyî de ku ji hemû peyvan bilindtir di bîra me de digere û barê me hîn girantir dike. Hetanî ku hêza me hebe, em ê bîranînên wan zindî bihêlin. Ji bo ku wijdana mirovahiyê di tariyê de nemîne.”   Ev roman ne tenê çîroka jiyaneke takekesî ye, lê di heman demê de şopa têkoşîna azadiya jinên kurd, bîranîna Evîn Goyî digire dest û kiriye hêmanên bingehîn ya pênûsa xwe.