Li Kerkûkê mêrekî jina pê re hatibû zewicandin şewitand

  • 12:36 24 Ocak 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber hişmendiya kevneperest a mêr, tûndiya li dijî jinan didome. Di vê çarçoveyê de li Kerkûkê jinek ji aliyê mêrê pê re hatibû zewicadin ve xwe ve bi kizabê hat şewitandin. Jina ku beşek zêde ji bedena wê şewitiye, rakirin nexweşxaneyê.
 
Li gor agahiyan ku ji aliyê Ajansa Rojnewsê ve ji Kerkûkê hatine giritn, jina bi navê (H.N) ji aliyê mêrê pê re hatibû zewicandi ve bi kîzabê hat şewitandin. Hat gotin ku beşek zêde ji bedena wê jinê şewitiye û rakirine nexweşxaneyê.
 
Li gor agahiyan, jina hatî şewitandin temenê wê 38 saliye û sê zarokên wê hene.
 
Li gorî amarên Tora 8’ê Mars, di 11 mehên yekem yên sala 2025’an de 53 jin li Başûrê Kurdistanê hatine qetilkirin.