KJK: Divê serê doza komkujiya Parîsê neyê girtin

  • 21:24 10 Ocak 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KJK’ê daxuyand ku Komkujiya Parîsê wekî komkujiyek siyasî di dîrokê de cih girt, di heman demê de êrîşek terorîstî bû û bang li raya giştî ya Fransayê kir ku zextê li dewleta Fransayê bike da ku ser dozê neyê girtin.
 
Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) di peyama ku ji mîtînga ‘Ji bo Heqîqetê Edalet’ re şand de şehîdên Parîsê bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komkujî êrîşên siyasî û terorîstî bûn û bang li dewleta Fransayê kir ku dosyayan veneşêre û sûcdaran derxîne pêşberî dadgehê.
 
KJK’ê têkoşîna azadiyê ya li Rojava û Rojhilat silav kir û diyar kir ku ew ê heta dawiyê piştgiriya berxwedanê bikin.  Di peyamê de wiha hat gotin: “Em komkujiyên ku li navenda Fransayê Parîsê qewimî û hêzên ku ev komkujî pêk anîn bi tundî şermezar dikin. Em hevrê û welatparêzên xwe yên hêja yên ku di van komkujiyan de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe ya ji bo serketina armancên wan dubare dikin. Komkujiya Parîsê wekî komkujiyek siyasî di dîrokê de cih girt, di heman demê de êrîşek terorîstî bû.
 
Ev komkujî wekî komkujiyek siyasî di dîrokê de cih girtiye, di heman demê de êrîşeke terorîstî ye. Ev êrîşa dewleta Tirk a  li Ofîsa Eformasyonê ya Kurdistanê ya li navenda Parîsê pêk anî, tevî ku ji gelek aliyan ve hatiye ronîkirin jî hîn jî didin berdewamkirin. Ev bi zanebûn di encama hevkariya siyasî û aborî ya di navbera dewleta Tirk û Fransayê de hatiye kirin.
 
Ji ber ku ev komkujî nehatiye zelalkirin, li ber çavên me li dijî dosta me Evîn Goyî û du welatparêzên me komkujiya duyemîn hat kirin.
 
‘Komkujî êrîşek terorîstiye’
 
Mîna ku hewl daan Komkujiya Parîsê ya yekem wekî êrîşek nijadperest û kesane nîşan bidin, hewl dan Komkujiya Parîsê ya duyemîn jî wekî êrîşek nijadperest û kesane nîşan bidin. Her çiqasî êrîş êrîşek terorîstî bû jî, dewleta Fransa wê di çarçoveya têkoşîna dijî terorê nedît û wekî bûyereke edlî pêşkêş kir. Ji bo zelalkirinê, divê komkujî wekî êrîşeke terorîstî û qetilkirineke siyasî were dîtin, hêzên ku komkujî kirine bi tevahî werin eşkerekirin, û agahiyên hatine bidestxistin divê li dosyayê werin zêdekirin da ku dosyaya amadekirî bigihîje qonaxa darizandinê.
 
‘Bila serê bûyerê neyê veşartin’
 
Niha, bi lêpirsîna dadwerî ya ku berdewam dike û girtina sûcdar re îhtîmala ku doz bi lez were girtin û darizandin negihîje biryarekê pir zêde ye. Ji ber vê yekê, em bi taybetî bang li Wezareta Dadê ya Fransayê û raya giştî ya hesas û wijdanî ya Fransayê dikin ku zextê li hikûmeta xwe bikin da ku pêşî li darizandin û veşartina dozê bigirin. Kurdan di şerê li dijî DAÎŞ’ê de li hember mirovahiyê bi hesas tevgeriyan û ji bo mirovahiyê rabûn ser piyan. Îro, divê raya giştî ya Fransayê, dewleta Fransayê û nûnerên wê heman hesasiyet û piştgiriya mirovî nîşan bidin.
 
‘Em piştgiriyê didin berxwedana ji bo pêşerojek azad’
 
Rewşa heyî emcameke ku dewleta Fransayê jî tengav û tawanbar dike derdixe holê. Ji bo derbaskirina vê yekê, em bang dikin ku herdu komkujiyan nas bikin, ronî bikin û bi nûner û saziyên Kurd re hevkariyê bikin. Em bi taybetî pêşengên Tevgera Jinan hevrêyên me Sara, Rojbîn, Evîn û Ronahî, û welatparêzên me yên hêja Abdurahman Kizil û Mîr Perwer bi minetdarî bi bîr tînin û silav dikin.Em têkoşîna ji bo jiyaneke nû ku bi salan e li Rojava û Rojhilat bi kedeke mezin pêş ketiye, silav dikin. Em piştgiriyê didin berxwedana ji bo pêşerojek azad. Bi hêviya ku ev berxwedan azadî û hêviyê biafirîne.”