ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2025'AN 2025-07-19 09:00:00     * Aktîvîsta TJA’yê Arzu Karman geşedanên demên dawî nirxand û got: “ Gelê Kurd û Birêz Ocalan îradeya çareseriyê danî holê. Ji vir şûnde divê dewlet gavê bavêje. Herî zêde divê jin xwedî li pêvajoyê derkevin.” BI DÎMEN    *Cîgira Hevserokatiya Komeleya çanda Newroz a Lubnanê Henan Osman der barê êrîşên HTŞ’ê yên li hember Durziyên li Siwêdayê ya Sûriyeyê dijîn nirxandin kir û  got: “Em bang li Durzî, Xiristiyan, Kurd, Elewî û Suniyandikin ku bibin yek û xwe biparêzin. Di vî alî de em dixwazin ku civaka navneteweyî rabin ser piyan.”   *Hevseroka Komeleya Însiyatîfa Gel Fatma Bostan Unsal  ku tevli merasîma dîrokî bû der barê mijarê de axivî: “Em destpêka maratonê de ne. Ji bo civakê hewcedariya me bi ciwanên me heye. Bêyî piştgiriya van ciwanan Tirkiye jî tuneye.” BI DÎMEN    *Çîgdem Goksoy derbarê cînayetên jinan yên zêde bûne de axivî û got: “Em rêxistinên jinan ji bo polîtîka bêcezahiştinê bidawî bibe têdikoşin.” BI DÎMEN    *Welatiyan bertek nîşanê projeya kana xîzê ya li taxa Hûsîkan hatiye destpêkirin, dan û gotin bi projeyê wê qada jiyanê nemîne û wê bandorê li hemû zindiyan bibe. Her wiha diyar kirin ku divê proje bê betalkirin.  BI DÎMEN    *Hevseroka SGDF’ê Berfîn Polat der barê 10’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê nirxandin kir û got: “Îsal em bi dirûşmeya ‘Di şopa Pirsûsê de ciwan li ser piyane" hem li Tirkiye hem li Kurdistanê  armanc dikin ku têkoşîna hevpar û şoreşa yekbûyî pêk bînin.” BI DÎMEN    *Mihrîcana Dêrsimê ku salane li Dêrsimê tê lidarxistin, ne tenê çalakiyek çandî û muzîkê ye, di heman demê de têkoşîna nasnameyê, bîranînek dîrokî û cîhek ji bo hevgirtina civakî ye jî. Mihrîcan bi rêwîtiya xwe ya ji sirgûniyê heta roja îro balê dikişîne. BI DÎMEN    * Rojnemevan Sozdar Weqas, di biçûktiya xwe de tevlî şoreşê bûye bi pîşeya xwe di nav şert û mercên dijwar de rastiyê ji raya giştî re ragihandiye. Sozdar Weqas Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir û got: "Bi destkeftiyên şoreşê wê Sûriya azad bibe." BI DÎMEN